Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 24:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 У әв Мьзгинийа Пʼадшатийе ԝе ль нав тʼәмамийа дьнйайе бе даннасинкьрьне, кӧ һʼәму мьләтарʼа бьбә шәʼдәти у һьнге хьлази ԝе бе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 و اَو خَبَرا خوشَ پادشاهیا خدا ناو تواوی عالَمه دیه بِتَ وَعظ گِرِن گو شَهادَتَگ بیت بُ تواوی قَوما. هِنگه آخِرزمان دیه بِگَهَشیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 24:14
29 Iomraidhean Croise  

Gava hûn herʼin, dannasîn kin û bêjin: ‹Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye›.


Dîsa Ez rʼast werʼa dibêjim, heger dudu ji we li ser eʼrdê bi tʼifaq bona tiştekî dua bikin û bixwazin, Bavê Minî eʼzmana wê bide we.


Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?»


Hûnê dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, lê haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye.


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.


Gerekê pêşîyê Mizgînî hʼemû miletarʼa bê dayînê.


Wan rʼojada ji Awgûstoyê Qeyser eʼmir derkʼet, ku hʼemû merivêd Împêratorîya Rʼomayê bêne navnivîsarê.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Hingê mîrêcin Ew rʼakire ser cîkî bilind, deqêda hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê nîşanî Wî dan


hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir.


Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû.


Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».


Gava ew nedîtin, Yason tʼevî çend birava kʼaşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîrʼîn digotin: «Ewêd dinya tʼevîhev kirine gihîştine vira jî


Zîyana wê ne tʼenê ew e ku pʼêşê me tê bêhurmetkirinê, lê pʼaristgeha Artemîs xwedêya mezin wê ber tiştekî neyê hʼesabê û wê qedirê mezinayîya wê bikʼeve, ya ku hʼemû qeza Asya û dinya dihʼebîne».


Niha ez zanim îdî hûn hʼemûyêd ku ez nav weda gerʼîyame û Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kirîye rʼûyê min nabînin.


Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Û gava Xwedê nixurîyê Xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: «Bira hʼemû milyakʼetêd Xwedê serê xwe ber Wî daynin».


Xwedê ne ku milyakʼet kirine serwêrêd wê dinya ku wê bê, ser kʼîjanê em xeber didin.


Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetekî din ku eʼzmênda difirʼî û Mizgînîya wîye hʼeta-hʼetayê hebû, wekî wê Mizgînîyê bide yêd rʼûbarî dinê, awa gotî hʼemû mileta, bereka, zimana û cimeʼta.


Evana ew rʼuhʼêd cina bûn, yêd ku nîşanêd eʼcêb dikin. Ew diçine cem hʼemû pʼadşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerʼê wê Rʼoja Mezine Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê.


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan