Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 23:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

34 Ji ber vê yekê, va ye, ez ji we re pêxember, mirovên şehreza û mamosteyan dişînim. Hûnê hinekan ji van bikujin û xaç bikin û yên din jî li kinîştên xwe bidin ber qamçiyan û ji bajarekî biteriqînin bajarê din.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

34 Бона ве йәке ва Әзе пʼехәмбәра, сәрԝахта у ԛанунзана бьшиньмә щәм ԝә у һуне жь ԝан һьнәка бькӧжьн, хач кьн, һьнәка жи нав кʼьништед хԝәда бьдьнә бәр ԛамчийа у бажар-бажар бьзериньн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 چون گو اَز پِیغَمبَرا و مِرُوِت زانا و ماموستایا ره دِگَمَ لاره وَ بله اونه هِندَگا بُگُژِن و خاچِوَ وَگَن، و هِندَگا اونه ناو دیرِت خودا شَلاقا لِدَن و شَهر بَ شَهر بِکَونَ دوو واندا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 23:34
36 Iomraidhean Croise  

Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birʼevine bajarekî din. Ez rʼast werʼa dibêjim, hʼeta hatina Kurʼê Mêriv, hûn hʼemû bajarêd Îsraêlê pêrʼa nagihînin bigerʼin.


Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe».


Îdî hûn niha xwexa didine îzbatkirinê, ku hûn zarʼêd wan bava ne, yêd ku pʼêxember kuştine.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn.


Aqûbê birê Yûhʼenna bi şûr da kuştinê.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


gazî şandîya kirin, ew dane ber qamçîya, eʼmirî ser wan kirin, ku îdî bi navê Îsa xeber nedin û berʼdan.


Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd rʼuhʼanîye gihîştîrʼa xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku hʼukumê wan betal dibe.


Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Vana dikir, wekî em necihûyarʼa xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav kʼasa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe.


Ew dane ber kevira, bi birʼeka hatine birʼînê, bi şûra hatine kuştinê, pʼostêd pêz û bizinada gerʼîyan, xelayî-celayî, tengasî û cefa kʼişandin.


Binelîyêd li rʼûbarî dinê wê dilê xwe li wan şa kin û şa bin, xelata jî hevdurʼa bişînin, çimkî van her du pʼêxembera cefa didane yêd ku li ser rʼûyê eʼrdê diman.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan