Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 23:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn beʼr û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser rʼîya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine pʼara ceʼnimê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 «Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derya û bejê li hev didin, da ku hûn yekî bînin ser baweriya xwe, lê gava ku we ew anî jî hûn du caran ji xwe bêtir wî dikin kurê dojehê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 Ԝәй ль ԝә ԛанунзан у ферьсийа! Дӧрʼуно! Һун бәʼр у бәже ль һәв дьдьн, кӧ йәки нәбаԝәр биньн сәр рʼийа хԝә. Гава мәрәме ԝә дьбә, һун әԝи жь хԝә дӧ щара зедәтьр дькьнә пʼара щәʼньме.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 «وَی بُ حاله وَ اَی ماموستایِت تَوراته و فَریسی، اَی مِرُوِت ریاکار! چون گو اون بَحرا و هِشکاتیا دِگَرِن بَر خاطره هِنده گو مِرُوَگه بیننَ سَر عَقیدا خو و وقته وَ اَو شُل گِر، اون اَوی دو جارا خو پیستِر، دِگَنَ زاروگه جَهنَمه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 23:15
17 Iomraidhean Croise  

Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê.


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Awa heger çʼeʼvê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


û gotê: «Hey mixeneto û hʼemû fêlbazîyava tʼijîyo! Cewrikê mîrêcin! Dijminê tʼemamîya rʼastîyê! Tê hʼeta kʼengê tʼerka xalifandina rʼîyêd Xudane rʼast nekî?


Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


Firîgyayê, Pamfîlyayê, Misirê û yêd li alîyê Lîbyaya nêzîkî Kûrênê û usa jî yêd xerîbe ji Rʼomê hatî,


Eva yeka hʼemû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji pʼûtpʼaristîyê hatibû ser bawerîya cihûya.


Ewêd mayîne ku kʼetine demana we, ew xêra we naxwazin, lê belê ewana dixwazin we ji min biqetînin, wekî hûn bikʼevine demana wan.


Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine kʼifşê, ew pʼêyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku tʼenê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan