Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 22:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês şandin ba wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Ԝана шагьртед хԝә тʼәви пьштгьред Һеродәс шандьнә щәм Ԝи у готьне: «Дәрсдар! Әм заньн кӧ Тӧ йәки рʼаст и у рʼийа Хԝәде рʼаст һин дьки. Мьнәте жь кәси нагьри, чьмки нав мәрьвада фьрԛийе данайни.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 اَوان شاگِردِت خو گَل جَماعَتا گو طایه هیرودیس پاشا بون رِگِرِنَ لاره وی و گُتن: «ماموستا، اَم دِزانِن تِ مِرُوَگه راستی و رِیا خدا دوز فِرَ خلقه دِگَی و بُ تَ مُهِم نینَ گو که چه فِکِر دِگَت، چون گو تِ نابَرخودَیی ظاهِرا انسانا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 22:16
36 Iomraidhean Croise  

û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›.


Usa jî hate serê birê duda û yê sisîya, xulese hate serê her hʼefta jî.


Ewî jî got: «Herʼine bajêr, cem filan merivî û bêjine wî: ‹Dersdar dibêje: Rʼoja Min nêzîk e. Ezê tʼevî şagirtêd Xwe mala teda Cejina Derbazbûnê derbaz kim›».


Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: «Silav li Te, dersdar!» û rʼamûsa.


Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»


Paşê wana hineke ji fêrisîya û piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî, wekî Wî bi xeberêd devê Wî bigirin.


Ewana hatin û jêrʼa gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?»


Fêrisî derkʼetine derva û pêrʼa-pêrʼa tʼevî Hêrodesîya şêwirîn, ku çawa Wî bidine kuştinê.


Îsa tʼemî da wan û got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya û usa jî yê Hêrodes bikin».


Wana ji Wî pirsî û gotinê: «Dersdar, em zanin ku Tu rʼast xeber didî û hîn dikî, nav merivada firqîyê jî danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî.


Îsa wîrʼa got: «Şimhʼûn, Ez dixwazim tiştekî terʼa bêjim». Ewî jî got: «Kʼerem ke bêje, dersdar». Îsa got:


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min».


Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune.


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


Çi li me dikʼeve, em îdî niha kesekî bi tiherê merivayî nanihêrʼin. Rʼast e wextekê me bi tiherê merivayî Mesîh nihêrʼî, lê niha îdî em usa nanihêrʼin.


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


Lê bona wan jî, yêd ku sereke kʼifş dibûn, (qet xema min nîne, ku ew berê çi bûne, Xwedê firqîyê nake nava meriva), wan sereka jî tʼu tiştê nû minrʼa negotin.


Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan