Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 20:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Heqê xwe bistîne û herʼe. Ez dixwazim çawa ku min da te, usa jî bidime evê paşin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Rahêje heqê xwe û here. Ez dixwazim bi qasî ku min da te, bidim ê paşî jî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Һәԛе хԝә бьстинә у һәрʼә. Әз дьхԝазьм чаԝа кӧ мьн да тә, ӧса жи бьдьмә әве пашьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بَجا حَقه خو بِگِرَ و هَرَ! اَز دِخازِم بُ اَوه دوماییگه ژی بینا تَ حَقی بِدَمه دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 20:14
13 Iomraidhean Croise  

Malxê ji wan yekîrʼa got: ‹Heval! Ez neheqîyê li te nakim. Tu minrʼa zîvekî qayl nebûyî?


Yan îzina min li ser malê min tʼune, çi ku ez bixwazim wê jî bikim? Yan tu hʼevsûdîyê dikî, ku ez merʼd im?›


Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye.


Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe borʼîyê nexe, çawa durʼû kʼinîşt û kʼûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye.


Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Bavê jêrʼa got: ‹Lawo, tu her gav tʼevî min î û hʼemû hebûka min ya te ye.


Lê Birahîm gotê: ‹Lawo! Bîne bîra xwe, ku te qencîyêd pʼara xwe nav zemanê eʼmirê xweda standine, lê Lazar zelûlî kʼişandîye. Niha jî dilê wî li vir rʼihʼet e, lê tu nava cefada yî.


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanarʼa dibêje, yêd ku bin hʼukumê Qanûnêda ne, wekî hʼemû dev bêne girêdanê û tʼemamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be.


Tʼu car! De bira Xwedê rʼast be û hʼemû meriv derew, çawa nivîsar e: «Wekî gotinêd Xweda Tu bêsûc derêyî û dîwana Xweda Tu serkʼevî».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan