Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 2:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 ‹Ya Beytlehʼma welatê Cihûda, tu li nav serwêrêd Cihûdayêda ne yê herî biçʼûk î, çimkî Serwêrekê ji te rʼabe, ku şivantîyê cimeʼta Min Îsraêlê bike›».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 ‹Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûda! Tu di nav serwerên Cihûda de bi tu awayî ne ya herî kêm î. Çimkî ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl bike wê ji te rabe!› »

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 ‹Йа Бәйтләһʼма ԝәлате Щьһуда, тӧ ль нав сәрԝеред Щьһудайеда нә йе һәри бьчʼук и, чьмки Сәрԝерәке жь тә рʼабә, кӧ шьвантийе щьмәʼта Мьн Исраеле бькә›».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 «‌”و تِ، اَی بِیت‌لِحِم گو ناو وَلاته یهودادایی، تِ ناو حاکِمِت یهودادا چه جورا گِمتِرین نینی، چون گو ژه تَ حاکِمَگ دیه پَیدا بیت گو دیه شُوانَتیا قَومه مِن، بنی اسرائیله بِگَت.“»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 2:6
24 Iomraidhean Croise  

Gava Îsa Beytlehʼma Cihûstanêda, rʼojêd pʼadşatîya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rʼohilatê hatine Orşelîmê


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Îsa cara duda wîrʼa got: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Ewî got: «Belê Xudan, Tu zanî ez Te hʼiz dikim». Îsa jêrʼa got: «Şivantîyê pezêd Min bike».


Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zurʼeta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytlehʼmê?»


Û Xwedê her tişt kire bin pʼîyêd Wî û Ew bona civînê kʼifş kir çawa serwêrê her tiştî.


Ew e serê Bedenê, awa gotî serê civînê, destpêbûna wê û nixurîyê ji nava mirîya, wekî her tiştîda Ew bibe Yê pêş.


Û çawa eʼyan e Xudanê me ji qebîla Cihûda bû û Mûsa derheqa kʼahîntîya wê qebîlêda tʼu tişt negotîye.


Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike».


Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan