Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 2:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemê re dîtin, çûn ser çokan û perizîn wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, cewîşêrîn û murê pêşkêşî wî kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 чунә һьндӧрʼ, Кӧрʼьк тʼәви дийа Ԝи Мәрйәме дитьн, ль бәр Ԝи дәвәрʼу чун, сәре хԝә ль бәр данин у хьзнед хԝә вәкьрьн, пʼешкʼешед зерʼ, бьхуре әʼрәби у зьмьр данә Ԝи.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 وقته چُنَ ناو مالدا و بِچوگا ساوا گَل داییگا وی مریم دیتِن، کَتنَ سَر چُکا و اَو بِچوگ پَرستِش گِرِن. پاشه صاندِقه خو وَگِرِن و هِندَ دیاری ژه زِری و شیرا بِهن خوشَ دارا و مُر بُ وی پِشکِش گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 2:11
33 Iomraidhean Croise  

Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivrʼa nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi hʼukumê Rʼuhʼê Pîroz hʼemle kʼifş bû.


Hê Ewî eʼlaletêrʼa xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin tʼevî Wî xeber dana.


Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî».


Gava wana ew steyrk dît, gelekî eşq û şa bûn,


û gotin: «Kʼanê Pʼadşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka Wî li rʼohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber Wî daynin».


Û bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û Zarʼa afirʼda rʼazayî dîtin.


Eva jî wê demê hat, şikirî da Xwedê û tʼevî hʼemûyêd ku çʼeʼvnihêrʼîya azabûna Orşelîmê bûn, derheqa kurʼikda xeber da.


Nîkodêmo jî tʼevî wî hat, yê ku pêşda şev hatibû cem Îsa, nêzîkî sî kîlogram ûd û zimir tʼevhevkirî anî.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan