Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 18:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Heger destê te yan nigê te, te ji rʼê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku tu qop yan seqet bikʼevî jîyînê, ne ku du dest yan du nigêd te hebin û bêyî avîtinê nava agirê hʼeta-hʼetayê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Eger destê te an lingê te, te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bê dest an bê ling bikevî jiyanê, ne ku tu bi herdu dest û bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin nav agirê herheyî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Һәгәр дәсте тә йан ньге тә, тә жь рʼе дәрхә, ԝи жекә у жь хԝә бавежә. Бона тә һе ԛәнщ ә кӧ тӧ ԛоп йан сәԛәт бькʼәви жийине, нә кӧ дӧ дәст йан дӧ ньгед тә һәбьн у бейи авитьне нава агьре һʼәта-һʼәтайе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 «هَگو دَسته تَ آن پِیه تَ باعیث دِبیت تِ گُنَه بِگَی، اَوه لِوَ گَ و پاوِژَ دور، چون گو بُ تَ باشتِر اَوَ گو فلج آن شِل بِچِی ناو ژیانا اَبَدی دا حَتا هِنده گو تِ بِ دو دَستا آن دو پِیا بِی هاوِتِن ناو آگِره اَبَدی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 18:8
22 Iomraidhean Croise  

Lê wekî em van pʼişk nekin, herʼe golê şewkê bavêjê û meʼsîyê pêşin ku derdikʼeve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan».


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›.


Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin.


ewê ji wê şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av tʼevnekirî ye, kʼasa Wîye xezebêda dagirtî ye. Ewê li ber milyakʼetêd pîroz û li ber Berx agir û kʼirkʼûtêda cefê bikʼişîne.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan