Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 17:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Hê ew dipeyivî, ewrekî ronahîdar li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әԝи һе хәбәр дьда, ньшкева әʼԝрәки рʼонайи һат у сәр ԝан кьрә си, дәнгәк жь әʼԝр һат у гот: «Әв ә Кӧрʼе Мьни дәлал, кӧ Әз же рʼази мә. Гӧһдарийа Ԝи бькьн!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اَو قِسَیَ هِشتا سَر دَوْه پِطرُس بو گو نِشگادا اَورَگه روناهی سَر وان گِرَ سیبَر و دَنگَکه ناو اَوره دا گُت: «اَوَیَ گوره مِن یه عزیز گو ژه وی راضیمَ؛ گوهه خو بِدَنَ وی!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 17:5
38 Iomraidhean Croise  

«Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke.


Gava şagirta ew deng bihîst, deverʼûya çûn û rʼisasê ew girtin.


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Û dengek ji eʼzmana hat û got: «Tu Kurʼê Minî delal î Ez ji Te rʼazî me».


Wê gavê eʼwrek derkʼet li ser wan kire sî û dengek ji eʼwr hat: «Ev e Kurʼê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!»


û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî.


Û Bav ku Ez şandime, Wî Xwexa bona Min şeʼdetî daye. We tʼu car ne dengê Wî bihîstîye, ne rʼûyê Wî dîtîye


Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart.


Mûsa hema ew bû, yê ku zarʼêd Îsraêlrʼa got: ‹Xwedê wê ji nav birayêd weda pʼêxemberekî mîna min bona we rʼake›.


De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir.


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


Û min dîna xwe dayê, va eʼwrekî sipî û «yekî mîna kurʼê mêriv» li ser wî eʼwrî rʼûniştî bû. Tʼacekî zêrʼîn li serê Wî bû û deʼseke tûj jî dêstda bû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan