Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 17:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Lê wekî em van pʼişk nekin, herʼe golê şewkê bavêjê û meʼsîyê pêşin ku derdikʼeve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

27 Lê ji bo ku em dilê wan nehêlin, tu here golê û şewkê xwe bavêje. Masiyê ku pêşî hat, bigire, devê wî veke, tê zîvekî mezin bibînî. Wî bibe, ji bo min û ji bo xwe bide wan.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

27 Ле ԝәки әм ван пʼьшк нәкьн, һәрʼә голе шәԝке бавеже у мәʼсийе пешьн кӧ дәрдькʼәвә, бьгьрә дәве ԝи вәкә у те наләки чарзиве бьбини. Әԝи һьлдә, дәԝса Мьн у хԝә бьдә ԝан».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 بله بَر خاطره هِنده گو اَم وان نَاِشینِن، هَرَ لِوا گُله و قُلابه پاوِژَ. ماسیا اَوِلی گو تَ گِرت، دَوْه وی وَگَ. تِیه سِکّیَگه چار دِرْهَمی پَیدا گَی. بِ وه پِشگا مِن و خو بِدَ وان.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 17:27
27 Iomraidhean Croise  

Petrûs gotê: «Ji xerîba». Îsa gote wî: «Ku usa ye bajarvan aza ne.


Lê kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, wekî beraşek stûyê wîva bê girêdanê û binê beʼrêda bixeniqe.


Heger destê te yan nigê te, te ji rʼê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku tu qop yan seqet bikʼevî jîyînê, ne ku du dest yan du nigêd te hebin û bêyî avîtinê nava agirê hʼeta-hʼetayê.


Awa heger çʼeʼvê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.


Û heger destê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî jêke û bavêje. Terʼa hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.


Kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava beʼrê.


Heger destê te, te ji rʼê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu qop bikʼevî jîyînê, ne ku du destêd te hebin û herʼî ceʼnimê, nava agirê ku qet natemire.


Wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdan û avîtinê nava beʼrê, ne ku ji vanêd biçʼûk yekî ji rʼê derxe.


Lê Îsava eʼyan bû ku şagirt li ser vê yekê nava hevda dikine pʼiste-pʼist, wanrʼa got: «Ev yek we pʼişk dike?


Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikʼeve.


Awa heger xwarin dibe kevirê li ber pʼîyê birê min, gerekê îdî tʼu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pʼişk nekim.


Lê haş ji xwe hebin, nebe ku ew azaya we bibe kevirek li ber nigê sista.


Em dikin tʼu tiştîda nebine bayîsê kʼetina tʼu kesî, wekî qulixê me neyê lomekʼarkirinê.


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Ji her cûrʼe xirabîyê dûr kʼevin.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan