Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 17:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanarʼa got: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Gava ku ew bi hev re li Celîlê bûn, Îsa ji wan re got: «Hindik maye ku Kurê Mirov bidin destê mirovan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Гава шагьрт Щәлиледа щьвийан, Иса ԝанарʼа гот: «Кӧрʼе Мерьв ԝе бькʼәвә дәсте мәрьва,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 وقته گو حَریما جلیله دا دُرا یِگودو خِر بِبون، عیسی گُت وان: «گوره انسان دیه تسلیمی دَسته خلقه بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 17:22
21 Iomraidhean Croise  

Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin».


ewê Wî bikujin, lê rʼoja sisîya wê rʼabe». Û ewana gelekî ber xwe kʼetin.


Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe».


Hingê gelekê ji rʼê bikʼevin, nemamîya hevdu bikin û ber çʼeʼvê hev bikʼevin.


Ji wir şûnda ew mecalekê digerʼîya ku çawa Îsa bide destê wan.


Rʼabin em herʼin. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû».


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?»


Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe


Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».


Tʼemamîya cimeʼtê ser mezinayîya Xwedê zendegirtî mabû. Û çaxê hʼemû ser her tiştêd ku Îsa dikirin eʼcêbmayî mabûn, Ewî şagirtêd Xwerʼa got:


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Min ev yek ji Xudan stand û da we, ku Xudan Îsa wê şeva ku hate nemamkirinê, nan hilda


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan