Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 17:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Rʼûyê Wî mîna teʼvê biriqî û kʼincêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Һьнге рʼәнге Ԝи ль бәр чʼәʼве ԝан һатә гӧһастьне. Рʼуйе Ԝи мина тәʼве бьрьԛи у кʼьнщед Ԝи жи мина нуре чил-ԛәрԛаш бун.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 وِدَره، لاره وان، صومَته عیسی عوض بو و رویه وی وَگو رُژه دِبِرِسقی و گِراسه وی وَگو نوره، سِپی بِبو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 17:2
17 Iomraidhean Croise  

Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn.


Nişkêva Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û tʼevî Wî xeber dan.


Dîndara wî mîna birûskê bû û kʼincê wî mîna berfê sipî bûn.


Kʼincêd Wî usa çîl-qerqaş bûn û haqasî biriqîn, ku li ser rʼûyê eʼrdê tʼu tiştekî kʼincsipîkirinê nikaribû ew haqasî sipî bikira.


Gava Îsa dua dikir, rʼengê rʼûyê Wî hate guhastinê, kʼincêd Wî çîl-qerqaş bûn, biriqîn.


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye.


Hingê min milyakʼetekî dinêyî zor dît ku ji eʼzmên dihate xwarê. Eʼwr lê wergirtî bû û kʼeskesor li sêrî bû, rʼûyê wî mîna rʼoyê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn.


Hingê min tʼextekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rʼûniştibû. Eʼrd û eʼzman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan kʼifş nebû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan