Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 16:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Ji hingê ve Îsa dest pê kir nîşanî şagirtên xwe da, ku divê ew here Orşelîmê û ji destê rihspî, serekên kahînan û Şerîetzanan gelek cefayê bikişîne, bê kuştin û roja sisiyan rabe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Пәй ԝе йәкерʼа Иса дәстпекьр шагьртед Хԝәрʼа әʼйан кьр кӧ гәрәке Әԝ һәрʼә Оршәлиме, жь алийе рʼуспийа, сәрәкед кʼаһина у ԛанунзанада гәләк щәфа бькʼьшинә у бе кӧштьне, ле рʼожа сьсийа жь мьрьне рʼабә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 ژه وه وِداتِر عیسی بُ شاگِردِت خو دَستبه آشگَر گِرِنا وه راستیه گِر گو اَو دِبی بِچیتَ بُ شَهره اورشلیمه و وِدَره ژه دَسته مَزِنِت قَومی و سَرُکِت کاهینا و ماموستایِت تَوراته گَلَک زَجره بِکِشیت و بِتَ گُشتِن و له رُژا سِیه رابیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 16:21
31 Iomraidhean Croise  

Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Lê Petrûs Ew da alîkî, lê hilat û gotê: «Dûrî hindava Te, Xudan! Ew tişt tʼu car li Te neqewime!»


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin».


Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe».


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


«Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».


Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Lê çaxê serekêd kʼahîna û rʼûspîya davîtine Wî, Ewî qet caba kesekî neda.


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Ew ne li vir e, çimkî Ew ji mirinê rʼabûye, çawa ku Ewî gotibû. Werin wî cîyê ku Ew pʼaldayî bû bibînin.


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê?


Lê pêşîyê gerekê Ew gelekî cefa bikʼişîne û ji vî miletî bê tʼexsîrkirinê.


Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe


Ewana bi rʼûmet kʼifş bûn û bona mirina Wî xeber didan, ku Orşelîmêda wê bibûya.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan