Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 16:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Îsa çû alîyê Qeyserîya Fîlîpoyê û ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi tʼexmîna meriva Kurʼê Mêriv kʼî ye?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Gava Îsa hat herêma Qeyseriya Filîpos, wî ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê Kurê Mirov kî ye?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Иса чу алийе Ԛәйсәрийа Филипойе у жь шагьртед Хԝә пьрси: «Бь тʼәхмина мәрьва Кӧрʼе Мерьв кʼи йә?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 وقته عیسی گَهَشتَ مَنطَقا قیصریا فیلیپیه، ژه شاگِردِت خو پیسیار گِر: «گُتنا خلقه، گوره انسان کِیَ؟»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 16:13
23 Iomraidhean Croise  

Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Çimkî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye».


Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku tʼoximê qenc çand, Kurʼê Mêriv e.


Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin


Îsa rʼabû ji wê derê çû alîyê Sûr û Saydê.


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê


Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», hingê gote yê şilûşeʼt: «Rʼabe nivîna xwe hilde, herʼe mala xwe!»


Çimkî Kurʼê Mêriv jî nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide ku geleka bikʼirʼe».


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


Û jêrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê bibînin eʼzman vebûye û milyakʼetêd Xwedê çawa ji ser Kurʼê Mêriv hildikʼişin, peya dibin».


Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?»


Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,


Ewî hʼukumê dîwankirinê jî da Wî, çimkî Ew Kurʼê Mêriv e.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


û got: «Va ye ez eʼzmana vebûyî dibînim û Kurʼê Mêriv li milê Xwedêyî rʼastê sekinî!»


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan