Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 13:44 - Peymana Nû (Încîl)

44 Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Eʼrdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî eʼrdî dikʼirʼe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

44 «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

44 Пʼадшатийа Әʼзмана мина ве йәке йә: Әʼрдәкида хьзнәкә вәшарти һәбу. Мәрьвәк ԝе дьбинә, вәдьшерә, шабуна дьчә һʼәму һәбука хԝә дьфьрошә у ԝи әʼрди дькʼьрʼә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

44 «پادشاهیا اَسمانی بینا خِزینَیَگه یَ، وَشارتی ناو دله عَردی دا گو مِرُوَگ وه پَیدا دِگَت و دیسا دِوَشِریت. پاشه ژه کَیف خوشیه دِچیت و هَچی دِشدا هَیَ، دِفرُشیت و وه عَردی دِکِریت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 13:44
29 Iomraidhean Croise  

Îsa meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav eʼrdê xweda tʼoximê qenc çand.


Gava durʼekî pʼirʼ qîmet dibîne, diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî durʼî dikʼirʼe.


Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Tʼorʼek tê avîtinê nava beʼrê û hʼemû cûrʼe meʼsî dikʼevinê.


Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were».


Wê gavê Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey te hatine, lê axirîya me wê çawa be?»


Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.


Çimkî xizna te kʼîderê be, dilê te jî wê li wê derê be.


Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Îsa wanrʼa got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet birʼçî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, tʼu car tʼî nabe.


Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.


Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye.


Ez vê tʼemîyê didime te: Zêrʼê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bikʼirʼe, wekî tu dewletî bî û kʼincêd çîle-qerqaş ji Min bikʼirʼe, ku li xwe kî, wekî şerma teʼzîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê çʼeʼva, ku li çʼeʼvêd xwe dî, wekî bibînî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan