Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 13:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Gava hʼemû rʼazayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Lê çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat, di nav genim de zîwan çand û çû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Гава һʼәму рʼазайи бун, дьжмьне ԝи һат у ль нав гәньмда зиԝан жи чанд у чу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 بله وقته گو مِرُوه وی خَوه دا بون، دُژمِنه وی هات و ناو گَنِمی دا، گیایه به چِنَ چاند و چو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 13:25
19 Iomraidhean Croise  

Îsa meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav eʼrdê xweda tʼoximê qenc çand.


Gava genim gihîşt berê xwe da, hingê zîwan jî pêrʼa kʼifş bûn.


Xulamêd xweyê eʼrdê nêzîkî wî bûn û gotinê: ‹Axayê me! Te nava eʼrdê xweda tʼoximê qenc neçand? Lê ev zîwan ji kʼu hatin?›


Ewî got: ‹Na, nebe çaxê hûn zîwanê rʼakin, gênim jî pêrʼa derxin.


Bihêlin bira her du jî hevrʼa bigihîjin hʼeta rʼoja nandirûnê. Rʼoja nandirûnê ezê pʼalarʼa bêjim, pêşîyê zîwanê biçinin, gurʼz-gurʼz girêdin bona şewatê, lê gênim bikine eʼmbara min›».


Dijminê ku ew çand, mîrêcin e. Nandirûn axirîya dinyayê ye, pʼale jî milyakʼet in.


Gava zeʼva derengî kʼet, hʼemû jî hênijîn û xewrʼa çûn.


çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke.


Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan