Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 13:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Lê ewê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Ле әԝед ль нава әʼрде ԛәнщда һатьнә чандьне әԝ ьн, кӧ хәбәре дьбьһен, фәʼм дькьн у бәр дьдьн, һьнәк сәд, һьнәк шест у һьнәк си».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 بله اَو تُیه گو ناو آخا قَنج هاتَ چاندِن مِرُوَگَ گو کلاما خدا دِبیهیسیت و اَوه فام دِگَت. اَو هَراستی حاصِله تینیت و صد، شِصت آن سی جارا هِند حاصِله دِدَت.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 13:23
43 Iomraidhean Croise  

Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê.


Lê hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî.


Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir.


De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane.


Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê».


Û ewêd eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin».


Heger saleke din ber bide, qenc e, lê heger nede, paşê bibirʼe›».


Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, sed car ber dan». Gava ev yek got, kire gazî: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê!»


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».


kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.


Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.


Ewê ku tʼoxim dide tʼoximrʼeş û nan jî bona xwarinê, wê tʼoxim pʼêşkʼêşî we ke û zêde ke, berêd qencîkirina we jî bigihîne.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.


Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.


Ew eʼrdê ku gelek cara baran serda dibare, ava xwe distîne û deremeta kʼar dide wan, bona kʼîjana tê bêcerkirinê, duayê Xwedê tê ser wê.


Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan