Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 12:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Lê heger Ez bi hʼukumê Rʼuhʼê Xwedê cina derdixim, îdî Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

28 Îcar, eger ez bi Ruhê Xwedê cinan derdixim, hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

28 Ле һәгәр Әз бь һʼӧкӧме Рʼӧһʼе Хԝәде щьна дәрдьхьм, иди Пʼадшатийа Хԝәде гьһиштийә ԝә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 بله هَگو اَز بِ رِحا خدا اَجنا دِدَرخینِم، بَجا پادشاهیا خدا هاتیَ سَر وَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 12:28
23 Iomraidhean Croise  

«Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke.


Yan çawa yek dikare bikʼeve mala mêrxasekî û hebûka wî tʼalan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede? Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî tʼalan ke.


Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê.


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê.


û digot: «Wext pêrʼa gihîştîye, Pʼadşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerʼin û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!»


Bimbarek e ew Pʼadşatîya bavê me Dawide ku tê. Hosanna Yê Herî Jorinrʼa!»


Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din,


‹Em wê tʼoza ku ji bajarê we nigêd meva girtîye jî li ser weda dawdişînin. Lê vê yekê bizanibin ku Pʼadşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›.


Lê heger Ez bi tʼilîya Xwedê cina derdixim, wekî usa ye Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we.


Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir.


Ew şandin, ku Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kin û nexweşa qenc kin


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in.


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em pʼadşatîke nehʼejîyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bihʼebînin, çawa ku li Wî xweş tê,


Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kurʼê Xwedê eʼyan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan