Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 11:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Кор дьбиньн, сәԛәт дьгәрʼьн, кʼоти паԛьж дьбьн, кәрʼ дьбьһен, мьри рʼадьбьн у фәԛирарʼа жи Мьзгини те дайине.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 چاوه مِرُوِت گُورَ ساخ دِبِن، مِرُوِت شِل ره دِچِن، جذامی شفایه دِگِرِن، مِرُوِت گَر دِبیهیسِن، مِری ساخ دِبِن و خَبَرا خوش بُ فقیر و ژارا دِتَ وَعظ گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 11:5
41 Iomraidhean Croise  

Nexweşa qenc kin, mirîya sax kin, kʼotîya paqij kin, cina derxin. We bêheq standîye, bêheq jî bidin.


Îsa caba wan da û got: «Herʼin, çi ku hûn dibînin û dibihên Yûhʼennarʼa bêjin.


Hingê wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû.


Li wir pʼaristgehêda kor û seqet hatine cem Wî û Ewî ew qenc kirin.


«Xwezî li rʼuhʼfeqîra, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.


Wê demê çʼeʼvêd wan vebûn. Îsa hʼişk tʼemî li wan kir û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes vê yekê nehʼese».


Meriv gelekî eʼcêbmayî mabûn û digotin: «Evî hʼemû tişt qenc kir: Hin kerʼa dide bihîstinê, hin jî lala dide xeberdanê».


Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»


«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şeʼdetîyê didin,


Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».


Awa gava ku Îsa Cejina Derbazbûnêda li Orşelîmê bû, geleka ew nîşanêd ku Wî dikirin dîtin, bawerîya xwe navê Wî anîn.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


û jêrʼa got: «Herʼe serçʼeʼvê xwe hʼewzê Sîlwamêda bişo», (ku ev nav tê feʼmkirin «Şandî»). Ewî jî çû serçʼeʼvê xwe şûşt û bi çʼeʼvêd vebûyî vegerʼîya.


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan