Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 11:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Di wî wextî de Îsa got: «Ey Bavo, ez ji te re şikir dikim, Xudanê erd û ezmên! Çimkî te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartin û ji zarokên biçûk re eşkere kirine.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Һьнге Иса гот: «Шькьр наве Тә бә Баво, Хӧдане әʼрд у әʼзман, кӧ Тә әв тьшт жь зана у билана вәшартьн у ль бәр зарʼа вәкьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 وه وقتیدا، عیسی گُت: «بابو، خُدانه اَسمان و عَردی اَز شُکرا تَ دِگَم گو تَ اَو دِشدَنَ ژه مِرُوِت زانا و شارَزا وَشارتیَ و بُ بِچوگه گوشگَ آشگَرا گِریَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 11:25
40 Iomraidhean Croise  

Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


û gotine Wî: «Tu dibihêyî ev çi dibêjin?» Îsa wanarʼa got: «Belê. We qet nexwendîye ku: ‹Te bi zarêd tʼifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî›?»


û got: «Bavo, heger eʼmirê Te ye, evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Te be, ne ku ya Min».


Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin.


Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst.


Niha agir dilê Min kʼetîye. Ez çi bêjim? Bêjim: ‹Bavo, Min ji vê sihʼetê xilaz ke›? Ne Ez bona vê sihʼetê hatime?


Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»


Xwedêyê ku ev dinya û hʼemûyêd nava wêda eʼfirandîye, Ew Xudanê eʼrd û eʼzmên e û pʼaristgehêd bi desta çêkirîda namîne,


Lê belê Xwedê bi Rʼuhʼê Xwe ev yek li ber me vekir. Çimkî Rʼuhʼ her tiştî eʼnene dike, hʼeta nêt-meremêd Xwedêye kʼûr jî.


Belê ew sewdayê xweda feʼmekorî bûn û hʼeta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser feʼmê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine pʼara Mesîh.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan