Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 11:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 «Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx û kʼozîyê tʼobe bikirana.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 «Wey li te Xorazînê! Wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku li nav we hatin kirin, li Sûr û Saydayê bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî û xweliyê de tobe bikira.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 «Ԝәй ль тә Хоразин! Ԝәй ль тә Бәйтсайда! Һәгәр әԝ кʼәрәмәтед кӧ нава ԝәда бун, Сур у Сайдеда бьбуна, әԝанайе зува бь кʼӧрх у кʼозийе тʼобә бькьрана.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 «وَی بُ حاله تَ، اَی شَهره خورَزین! وَی بُ حاله تَ، اَی شَهره بِیت‌صِیْدا! چون هَگو مُعجِزِت گو ناو وَدا قَوِمین ناو شَهره صور و صیدونه قَوِمی بان، خلقه وِدَره کِمِژوَ دیه پالاس بَرگِره بان و خولیه دا تَوبَ گِره بان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 11:21
31 Iomraidhean Croise  

Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê, hʼalê Sûrê û Saydê wê ji hʼalê we çêtir be.


Îsa rʼabû ji wê derê çû alîyê Sûr û Saydê.


Wey li dinyayê, bona ewêd ku meriva ji rʼê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji rʼê dikʼevin.


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


Gava ku wana kirinêd Wî bihîstin, ji Cihûstanê, Orşelîmê, Îdûmeyayê, wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê, usa jî ji qeza Sûr û Saydê gelek meriv hatine cem Wî.


Destxweda Ewî pʼêyî ser şagirtêd Xwe kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê, Beytsaydayê bin, hʼeta ku Xwexa cimeʼtê verʼêke.


Îsa ji wê derê rʼabû çû sînorê Sûrê. Çû malekê û nedixwest ku kesek pê bihʼesîya, lê nikaribû Xwe veşarta.


Pey wê yekêrʼa Îsa ji sînorê Sûrê derkʼet, nava Saydêrʼa derbaz bû, qeza Dêkapolîsêrʼa hate gola Celîlê.


Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê Xwe dayne ser wî.


Lê Êlyas kesekîrʼa nehate şandinê, pêştirî jinebîya ji bajarê Serepta Saydêrʼa.


Ew bi tʼevî wan berjêr bû hat, rʼastekê sekinî. Li wê derê kʼomeke şagirtaye mezin û cimeʼteke giran ji tʼemamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê beʼra Sûrê û Saydê civîyayî bûn.


Gava şandî vegerʼîyan, çi ku wan kiribû Îsarʼa gilî kirin. Ewî tʼenê şandîyêd Xwe tʼevî Xwe hildan û çûne berbi bajarê Beytsaydayê.


Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs.


Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin».


Hêrodes li miletêd Sûr û Saydayê rʼabibû xezebê. Evana jî hevrʼa rʼabûn hatin, Bilasto wekʼîlê mala Hêrodes anîne rʼayê û hîvî kirin ku li hev bên, çimkî bajarêd wan ji welatê wî pʼadşayî xurek distandin.


Rʼoja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosrʼa kir, îzin da ku herʼe cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Û Ezê tʼemîyê bidime du şeʼdêd Xwe, ewê kʼurx xwekirî hʼezar dusid şêst rʼojî pʼêxembertîyê bikin».


Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, eʼrd qayîm hʼejîya. Rʼo mîna kʼurxê ji pirʼçʼê çêkirî rʼeş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan