Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 11:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ez rʼast werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Pʼadşatîya Eʼzmanada yê herî biçʼûk ji wî mestir e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, yekî ji Yûhennayê imadkar mezintir derneketiye. Lê di Padîşahiya Ezmanan de yê herî biçûk ji wî mezintir e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, жь нава әԝед кӧ жь кʼӧлфәта дьне кʼәтьнә, тʼӧ кәс жь Йуһʼәннайе ньхӧмдар мәстьр нәбуйә. Ле Пʼадшатийа Әʼзманада йе һәри бьчʼук жь ԝи мәстьр ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، گو چه کَس ژه یحیا مَزِنتِر داییگا خو نَبویَ، بله دیسا ژی اَوه گو پادشاهیا اَسمانی دا همویا گوشگَتِرَ، ژه وی مَزِنتِرَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 11:11
31 Iomraidhean Croise  

Eva ew e, bona kʼîjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê rʼîya Te pêşîya Teva hazir ke›.


Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin.


Wan rʼojada Yûhʼennayê nixumdar rʼabû nava berʼîya Cihûstanê dannasîn kir


Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Awa kʼî ji van tʼemîya yeke here biçʼûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada ji hʼemûya biçʼûktir bê hʼesabê. Lê kʼî ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada mezin bê hʼesabê.


Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.


Ez werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼenna mestir nebûye, lê Pʼadşatîya Xwedêda yê herî biçʼûk ji wî mestir e».


û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».


Yûhʼenna bona Wî şeʼdetî da û bi dengekî bilind got: «Eva ye, bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Ewê ku pey min tê Ew ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›».


Ew e, Yê ku pey min tê, ku ez ne hêja me, wekî benê çarixêd Wî jî vekim».


Gelek meriv dihatine cem Wî û nav xweda digotin: «Yûhʼenna tʼu nîşan nekir, lê çi tiştêd ku Yûhʼenna derheqa Vî merivîda gotine, hʼemû rʼast derkʼetin».


Ew gerekê mezin be, lê ez biçʼûk bim.


Yûhʼenna çʼirak bû ku dişixulî û rʼonayî dida. We xwest ku hinek wext bi rʼonaya wî şa bin.


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Çimkî ez ji şandîya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand.


Awa heger nava weda pirsêd vê dinêye safîkirinê hebin, hûn çawa dikarin hʼakimtîyê bidine destê yêd usa, ku ji alîyê civînêda ne tʼu tişt in?


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir.


çimkî Xwedê bona me hê tiştekî qenc hazir kirîye, wekî ewana bêyî me negihîjine kʼamiltîyê.


Bona vê xilazbûnê pʼêxember lê gerʼîyan û kʼetibûne bin eʼnena û bona wê kʼerema ku wê werʼa bibûya pʼêxembertî kirin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan