Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 11:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Çaxê Îsa tʼemîyêd ku dane her donzdeh şagirtêd Xwe xilaz kirin, ji wî cîyî çû nav bajarêd wan, ku hîn ke û dannasîn ke.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Çaxê ku Îsa tembîhkirina li her diwanzdeh şagirtên xwe xilas kir, ew ji wir çû bajarên wan, da ku hîn bike û Mizgîniyê bide.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Чахе Иса тʼәмийед кӧ данә һәр донздәһ шагьртед Хԝә хьлаз кьрьн, жь ԝи щийи чу нав бажаред ԝан, кӧ һин кә у даннасин кә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پاشه هِنده گو عیسی اَو اَمرَنَ دانَ دانزدَه شاگِرده خو، ژه وِدَره چو گو بِچیتَ ناو شَهرِت واندا دَرسه بِدَت و وَعظ بِگَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 11:1
19 Iomraidhean Croise  

û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Gava Îsa ev gotinêd Xwe ser hevda anî, eʼlalet ser hînkirina Wî zendegirtî man,


Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.


Ew jî rʼê kʼetin çûn û dannasîn dikirin ku meriv ji gunekirinê vegerʼin.


Lê ewana ser ya xwe man û gotin: «Evî merivî nava tʼemamîya Cihûstanê, ji Celîlê destpêkirî hʼeta vira, cimeʼt bi hînkirina Xweva tʼevîhev kirîye».


Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Hûn dostêd Min in, heger hûn wan tʼemîyêd ku Ez didime we xwey dikin.


hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî.


Çimkî hûn zanin me bi saya Xudan Îsa çi tʼemî dane we.


Çimkî gava em hê cem we bûn jî, me ev yek werʼa digot: «Kʼî naxwaze bixebite, bira nexwe jî».


Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.


ku tu vê tʼemîyê bêlekʼe û bêqusûr xwey kî, hʼeta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan