Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 10:40 - Peymana Nû (Încîl)

40 Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

40 «Yê ku we qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl bike, wî yê ku ez şandime qebûl dike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

40 Әԝе кӧ ԝә ԛәбул дькә, Мьн ԛәбул дькә у әԝе кӧ Мьн ԛәбул дькә, Йе кӧ Әз шандьмә ԛәбул дькә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

40 «هَچی کَسه وَ قَبول گَت، اَز قَبول گِرِمَ و هَچی کَسه مِن قَبول گَت، اَو کَسه گو اَز رِگِرِمَ قَبول گِریَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 10:40
18 Iomraidhean Croise  

Û kʼî ku zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


«Kʼî zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, ew ne ku Min, lê Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike».


û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!


Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêrʼibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyakʼetekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa.


Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.


Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan