Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 10:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Têra şagirt dike ku bibe wek mamosteyê xwe û têra xulam jî dike ku bibe wek axayê xwe. Eger ji malxwê malê re Belzebûl gotin, îcar ewê ji maliyan re çi û çi nebêjin!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Бәси шагьрт ә, ԝәки мина дәрсдаре хԝә бә у хӧлам жи мина ахайе хԝә бә. Һәгәр малхе малерʼа ‹Бәлзәбул› готьн, һьнге нәфәред ԝирʼа ԝе чь бежьн?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 بُ شاگِردی هِند بَسَ گو بینا ماموستایه خو له بِت و هَمژی بُ خُلامی گو بینا آغایه خو له بِت. هَگو گاز گَنَ مَزِنه ماله، بِعِلزِبول، دیه چه گاز گَنَ جَماعَتا دیَ ماله؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 10:25
13 Iomraidhean Croise  

Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe».


Heger Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Wekî usa ye ewê bibine hʼakimêd we.


Lê fêrisîya got: «Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe».


Wana jêrʼa got: «Em dikarin». Îsa wanrʼa got: «Belê hûnê vexwin ji wê kʼasa ku Ezê vexwim û bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku Ezê pê bême nixumandinê,


Û ew qanûnzanêd ku ji Orşelîmê berjêr bibûn, digotin: «Belzebûl Wîda heye! Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe!»


Lê ji wan hineka got: «Ew bi hʼukumê Belzebûlê serwêrê cina cina derdixe».


Hûn dibêjin, ku Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim. Lê heger mîrêcin nava xweda bêtʼifaq be, pʼadşatîya wî wê çawa bimîne?


Û heger Ez bi Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Heger usa be, ewê we lomekʼar kin.


Ji wan geleka digot: «Eva cinakʼetî ye û dîn e. Çima hûn guhdarîya Wî dikin?»


Cimeʼtê lê vegerʼand û gotê: «Tu cinakʼetî yî! Kʼî dixwaze Te bikuje?»


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?»


Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan