Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 10:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

17 Îcar li hember mirovan hay ji xwe hebin. Çimkî ewê we bidin destê civînên giregiran û di kinîştên xwe de bidin ber qamçiyan;

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

17 Ле һʼәвза хԝә жь мәрьва бькьн, әԝе ԝә бьбьнә бәр диԝана у кʼьништед хԝәда ԝә бьдьнә бәр ԛамчийа.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 خلقه هیشیار بِن. چون اَو دیه وَ تسلیمی مَحکَما گَن و ناو دیرِت خودا دیه شَلاقا وَ بِدَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 10:17
26 Iomraidhean Croise  

Rʼûyê Minda wê we bibine ber welîya û pʼadşa, ku hûn ber wan û necihûya şeʼdetîyê bidin.


û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê rʼoja sisîya Ewê ji mirinê rʼabe».


Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî miqabilî Îsa şeʼdetîke derew digerʼîyan ku Wî bikujin,


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kurʼê xwe. Zarʼê rʼabine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê.


Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin.


Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.


Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike.


Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber beʼrê, lê Sîlas û Tîmotʼêyo Beroyayêda man.


Min got: ‹Xudan, ew qenc zanin ku ez bûm, ewî hʼemû kʼinîştada yêd bawerîya xwe Te danîn, davîtine kelê û ew dikʼutan.


Hʼemû kʼinîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înkʼar kin. Min kʼîna wan girtibû, hʼeta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin.


destûrneʼme ser kʼinîştêd Şamê ji wî xwestin, wekî hʼukumê wî hebe jin û mêrêd ku li pey vê Rʼê diçin heger bibîne, wan bigire girêdayî bîne Orşelîmê.


Hʼevza xwe ji «se-kûçʼika» bikin, hʼevza xwe ji pʼalêd xirab bikin, hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku qalib dibirʼin, sinet dikin.


Tu jî hʼevza xwe ji wî bike, çimkî gelekî li ber gotina me rʼabû.


Hinekêd mayîn jî ber qamçîya, nava qara, usa jî bi qeyd-zincîra û kelada hatine zêrandinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan