Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Kitêba malbata Îsa Mesîhê kurê Dawid ê kurê Birahîm ev e:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Әв ә рʼәԛәма рʼькʼьнйата Иса Мәсиһ, рʼькʼьнйата Даԝьд, рʼькʼьнйата Бьраһим:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 کِتِبا دارا مالباتا عیسیْ مسیحْ، گوره داوود پاشا، گوره ابراهیم پِیغَمبَر:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 1:1
39 Iomraidhean Croise  

Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivrʼa nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi hʼukumê Rʼuhʼê Pîroz hʼemle kʼifş bû.


Birahîmrʼa Îshaq bû, Îshaqrʼa Aqûb bû, Aqûbrʼa Cihûda û birava bûn,


Û va kʼulfeteke kenanî ji wan dera hat, kire gazî û gote Wî: «Xudan, Kurʼê Dawid, min were rʼeʼmê. Qîza min cina dikʼeve, gelekî cefê dibîne».


Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derkʼet, nişkêva eʼzman vebûn û ewî dît ku Rʼuhʼê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî.


Gava Îsa ji wir derkʼet çû, du merivêd kor dane pey Wî kirine qîrʼîn û gotin: «Kurʼê Dawid! Me were rʼeʼmê!»


Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê ser mala Aqûb bike û xilazîya Pʼadşatîya Wî wê tʼunebe».


Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zurʼeta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytlehʼmê?»


Lê ew ku pʼêxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîrʼa soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser tʼextê wî.


Eva Mizgînîya bona Kurʼê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zurʼeta Dawid bû û bi Rʼuhʼê Pîrozîyê, gava ji mirinê rʼabû, qudretêda çawa Kurʼê Xwedê xuya bû.


Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê.


Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.


Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e.


Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv,


Bîr bîne wî Îsa Mesîhê ji mirinê rʼakirî, ji zurʼeta Dawid, li gora wê Mizgînîya ez dannasîn dikim.


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan