Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 9:50 - Peymana Nû (Încîl)

50 Xwê tiştekî qenc e. Lê heger xwê şorʼayîya xwe unda ke, hûnê çawa dîsa şorʼayîya wê bînine cî? Bira teʼma xwê nava weda be û bi hevrʼa eʼdilayîyêda bijîn».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

50 Xwê qenc e. Lê eger xwê şoriya xwe winda bike, hûnê careke din bi çi şoriya wê bidinê? Bila bi we re tama xwê hebe û bi hev re di aştiyê de bijîn.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

50 Хԝе тьштәки ԛәнщ ә. Ле һәгәр хԝе шорʼайийа хԝә ӧнда кә, һуне чаԝа диса шорʼайийа ԝе биньнә щи? Бьра тәʼма хԝе нава ԝәда бә у бь һәврʼа әʼдьлайийеда бьжин».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

50 خه باشَ، بله هَگو خه طاما خو ژه دَست بِدَت، اونه چاون بِگارِن دیسا شوراتیه بِدَنه؟ وَ ناو خودا خه هَبیت و گَل یِگودو بِ صُلحه دَرباز گَن.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 9:50
28 Iomraidhean Croise  

Hûn xwêya eʼrdê ne. Lê heger xwê teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-pʼîya.


Wana dengê xwe nekir, çimkî rʼêda nav hevda xeber dabûn, kʼa ji wan kʼî ye yê herî mezin.


Çimkî her merivekê bi êgir bê xwêkirinê.


Çiqas ji dest we tê, tʼevî hʼemû meriva eʼdilayîyêda bin.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û kʼarê didine wan.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin.


Bira xeberdana we tʼimê meʼrîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin.


Qedirê wana bi hʼizkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan. Hevrʼa tʼifaq bin.


Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


çimkî hêrsa mêriv heqîya Xwedê nayne sêrî.


Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan