Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 9:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Gava Îsa dît ku elalet bi bez li wê derê dicive, li ruhê nepak hilat û got: «Hey ruhê kerr û lal, ez li te emir dikim: Ji kurik derkeve û careke din nekeve wî!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Гава Иса дит кӧ әʼлаләт дьбәзә, тʼопи сәр Ԝи дьбә, ль рʼӧһʼе һʼәрам һьлат у гот: «Һәй рʼӧһʼе кәрʼ у лал, Әз әʼмьри сәр тә дькьм: Жь кӧрʼьк дәркʼәвә у щарәкә дьн нәкʼәви нава ԝи!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 وقته عیسی دیت گو جَماعَتَگ دِبَزِن، تِنَ لاره وی، اَوی له رِحا پیس گِرَ هَوار، گُته دا: «اَی رِحا گَر و لال، اَز بُ تَ اَمِر دِگَم، ژه وی دَرکَوی و ایدی چه جارا نَچی ناو ویدا!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 9:25
17 Iomraidhean Croise  

Hingê cinakʼetîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da.


Îsa lê hilat, cin jê derkʼet, kurʼik pêrʼa-pêrʼa qenc bû.


Hingê tʼemamîya eʼlaletê ku Îsa dît, gelekî eʼcêbmayî ma, berbi Wî bezîn û silav danê.


Wê gavê bavê kurʼik kire qîrʼîn û got: «Ez bawer dikim. Alîkʼarîya nebawerîya min bike!»


Rʼuhʼ kire qîrʼîn, kurʼik qayîm veçʼirʼikand jê derkʼet. Û kurʼik bû mîna mirîya, usa ku geleka digot: «Ew mir!»


Carekê Îsa cinê lal ji yekî derdixist, çaxê ku cin derkʼet, ewî lal xeber da û eʼlalet zendegirtî ma.


Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» Cin ew ber wan li eʼrdê xist û bê zirardayîn ji wî derkʼet.


Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


Çimkî Îsa eʼmirî ser rʼuhʼê hʼeram kiribû, ku ji wî merivî derkʼeve. Ew gelek cara cina dikʼet, gava bi qeyd û zincîra jî girêdidan, ewî dîsa qeyd diqetandin û cina ew çola dixist.


Gava hê dihat, cin ew eʼrdê xist û veçʼirʼikî. Îsa li rʼuhʼê hʼeram hilat, kurʼik qenc kir û da bavê wî.


Ev yeka ewê gelek rʼoja dikir, hʼeta ku Pawlos aciz bû, vegerʼîya û wî rʼuhʼîrʼa got: «Bi navê Îsa Mesîh eʼmirî te dikim ji wê derê!» Û pêrʼa-pêrʼa ew ji wê derkʼet.


Lê Mixayîlê serekê milyakʼeta ev yek nekir. Gava bona cinyazê Mûsa rʼabû mîrêcinrʼa kʼete hʼucetê, turuş nekir ku bi gotinêd bêhurmetkirinê dîwana wî bikira, lê got: «Bira Xudan li te hilê!»


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan