Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 8:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

31 Hingê Îsa dest pê kir şagirtên xwe hîn kirin ku divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne, ji aliyê rihspî, serekên kahînan û Şerîetzanan ve bê redkirin, bê kuştin û roja sisiyan rabe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

31 Пәй ве йәкерʼа Иса дәстпекьр шагьртед Хԝә һин кьр, кӧ гәрәке Кӧрʼе Мерьв гәләки щәфе бькʼьшинә, жь алийе рʼуспийа, сәрәкед кʼаһина у ԛанунзанада бе тʼәхсиркьрьне у кӧштьне, ле рʼожа сьсийа жь мьрьне рʼабә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 ایجا عیسی دَستبه دَرس دایینا وه راستیه بُ وان گِر گو گوره انسان دِبی دَسته مَزِنِت قَومی و سَرُکِت کاهینا و ماموستایِت تَوراته دا گَلَک زَجره بِکِشیت و بِتَ گُشتِن و له رُژا سِیه رابیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 8:31
27 Iomraidhean Croise  

Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Çima we ew nivîsar nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê.


Lê pêşîyê gerekê Ew gelekî cefa bikʼişîne û ji vî miletî bê tʼexsîrkirinê.


Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?»


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Vê pʼaristgehê hilşînin, Ezê nava sê rʼojada rʼakim».


Ew Mûsayê ku tʼexsîr kirin û gotinê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî?› Xwedê bi destê wî milyakʼetê ku nav dirʼîyêda wîva xuya bû, ew çawa serwêr û xilazkir şand.


û hate definkirinê, rʼoja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê rʼabû li gora nivîsara,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan