Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 5:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Û hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê cinakʼetîyî ku kʼomeskereke cina pêrʼa bû, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 Ew hatin ba Îsa û wan ew mirovê ku lejyoneke cinan tê de bû, bi cil û li ser hişê xwe û rûniştî dîtin. Hingê ew tirsiyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 У һатьнә щәм Иса, дина хԝә дане, ԝе әԝ мәрьве щьнакʼәтийи кӧ кʼомәскәрәкә щьна перʼа бу, кʼьнще ԝи ле, сәр һʼьше хԝәда һати рʼуньшти йә. Һьнге әԝ тьрсийан.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 اَو هاتنَ لاره عیسی و وقته دیتِن اَو مِرُوه جن هَیی، هَمَن اَوه گو پِشتا بَندَواره لَشگِره اَجنا بو، جِلِگ بَرگِرِنَ و عاقل وِدَره رونِشتیَ، تِرسیان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 5:15
21 Iomraidhean Croise  

Yan çawa yek dikare bikʼeve mala mêrxasekî û hebûka wî tʼalan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede? Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî tʼalan ke.


Te tʼirê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêrʼa-pêrʼa donzdeh ordîya zêdetir milyakʼet bigihîne Min?


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. Eʼlalet eʼcêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha tʼu car neqewimîye».


Berazvan rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin. Û binelî hatin ku tiştêd bûyî bibînin.


Ewêd ku ev yek dîtibûn cimeʼtêrʼa gilî kirin, ku çi hate serê wî cinakʼetî û beraza.


Gava Îsa kʼete qeyikê, ewî ku cinakʼetî bû, rʼeca jê kir, ku tʼevî Wî herʼe.


Çimkî gelek cara ew bi qeyd û zincîra girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şkênandibûn. Tʼu kesî nikaribû ew zeft bikira.


Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Ewî jî got: «Navê min Kʼomesker e, çimkî em gelek in».


Xûşkeke wê jî hebû, navê wê Meryem. Ewa ber nigêd Xudan rʼûniştibû û guhdarîya xeberêd Wî dikir.


Gava Ew derkʼete bejê, ji wî bajarî merivek derkʼete pêşîya Wî, ku cin nav wîda bûn. Ewî zûva ne kʼinc li xwe dikirin û ne jî malda disekinî, nava gorʼistanada dima.


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Çimkî Xwedê rʼuhʼekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hʼizkirinê û xwegirtinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan