Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 4:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Û ewêd eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

20 Û yên di erdê qenc de hatine çandin ew in ku peyvê dibihîzin, qebûl dikin. Hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

20 У әԝед әʼрде ԛәнщда һатьнә чандьне әԝ ьн, кӧ хәбәре дьбьһен, ԛәбул дькьн, һьнәк си, һьнәк шест у һьнәк жи сәд щар бәр дьдьн».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 بله اَو تُیه گو ناو آخا قَنج دا هاتنَ چاندِن اَو مِرُوِن گو کلاما خدا دِبیهیسِن و اَوه قَبول دِگَن و حاصِله تینِن، سی، شِصت و حتا صد جارا هِند حاصِله دِدَن.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 4:20
14 Iomraidhean Croise  

Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî».


Lê hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî.


Û hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, mezin bûn û hineka sî, hineka şêst, hineka sed car ber dan».


Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Çimkî heger ev şuretana nava weda hene û zêde dibin, hûn bêkêr û bêber namînin nava wê zanebûna weye hindava Xudanê me Îsa Mesîhda.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan