Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 2:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Lê rʼoj wê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojê wê rʼojî bigirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

20 Lê rojên ku zava ji wan bê standin wê bên. Hingê, wê rojê, ewê rojiyê bigirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

20 Ле рʼож ԝе бен, гава зәʼва жь ԝан бе һьлдане, һьнге ԝе рʼоже ԝе рʼожи бьгьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 بله اَو رُژ دیه بِن گو زاوا له وان دیه بِتَ اِستاندِن. هِنگه وه رُژه دا دیه رُژیا بِگِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 2:20
29 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa wanarʼa got: «Îşev hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›.


Îsa gote wan: «Qet dibe ku xwendîyêd deʼwatê şînê bikin, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojî bigirin.


Îsa gote wan: «Hʼeta zeʼva tʼevî wan e, gelo dibe ku xwendîyêd deʼwatê rʼojî bigirin? Hʼeta zeʼva tʼevî wan e, ew nikarin rʼojî bigirin!


Tʼu kes pê pʼarçʼê nû kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, pʼarçʼê kʼinca kevinva dirûtî wê zorê li kʼinca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hevva herʼe.


Û şagirtêd Xwerʼa got: «Wê rʼojê bên, ku hûnê hʼizreta rʼojeke Kurʼê Mêriv bin, lê nabînin.


Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wan rʼojada wê rʼojî bigirin».


Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim».


Lawno! Ez gelek wext tʼevî we namînim. Hûnê li Min bigerʼin, lê niha Ez werʼa dibêjim, çawa ku Min cihûyarʼa jî got, hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ez diçimê.


Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».


Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we.


Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.


Lê niha Ez tême cem Te û van yeka dinyayêda dibêjim, wekî şabûna Min dilê wanda tʼemam be.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart.


Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Lazim e Ew li eʼzmên bimîne, hʼeta ku Xwedê her tiştî nû çêke, çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotibû.


Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we.


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Dixebitîm, diçerçirîm, gelek cara xewê şeva nedikir, tʼî-birʼçî, gelek cara bê nan, sermê û bêsitʼarîyêda bûm.


lêdanada, kelada û her alîyava hʼicûmkirî, kʼesirî, bêxew, birʼçî,


Em Wîrʼa gul din û şa bin û şikirîyê bidine Wî, çimkî deʼwata Berx pêrʼa gihîşt û dergîstîya Wî kʼarê xwe kirîye.


Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan