Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 2:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Ew jî pêrʼa-pêrʼa li ber çʼeʼvê her kesî rʼabû, berʼa xwe hilda, derkʼet û çû. Hʼemû jî hʼeyîrî man, şikirî dane Xwedê û gotin: «Me tiştekî usa tʼu car nedîtîye!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Zilam jî rabû, di cih de nivînên xwe hilanîn û li ber hemûyan derket û çû. Hemû jî heyirî man, pesnê Xwedê dan û gotin: «Me tiştekî wisa tu caran nedîtiye!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әԝ жи перʼа-перʼа ль бәр чʼәʼве һәр кәси рʼабу, бәрʼа хԝә һьлда, дәркʼәт у чу. Һʼәму жи һʼәйири ман, шькьри данә Хԝәде у готьн: «Мә тьштәки ӧса тʼӧ щар нәдитийә!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 اَو مِرُو رابو و جیدا جیه خو راگِر و پِشیا چاوه همویا ژه وِدَره چو دَروَ. همو صِفَت گِرتی بون و خدا سِتایِش گِرِن و گُتن: «مَ چه جارا دِشدَگه وِسا نَدیته بو.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 2:12
13 Iomraidhean Croise  

Û tʼemamîya eʼlaletê zendegirtî ma û got: «Gelo Ev e kurʼê Dawid?»


Gava eʼlaletê dît ku lala xeber dan, şilûşeʼt qenc bûn, seqet gerʼîyan û çʼeʼvê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedêyê Îsraêlê dan.


Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. Eʼlalet eʼcêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha tʼu car neqewimîye».


Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva.


Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa kʼetine pirs-pirsîyara û digotin: «Ev çi yek e? Çi hînkirineke nû ye! Bi hʼukum Ew eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û ew jî êlimî Wî dibin».


gote yê şilûşeʼt: «Ez terʼa dibêjim, rʼabe berʼa xwe hilde, herʼe mala xwe».


Û Ewî destêd Xwe danîn ser wê, ew pêrʼa-pêrʼa rʼast bû û şikirî dida Xwedê.


Lê gava ji wan yekî dît ku ew paqij bûye, paşda vegerʼîya, bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê.


Hʼemû hʼeyr-hʼujmekʼar man û şikirî didane Xwedê, bi xofa mezin digotin: «Îro me tiştêd nebûyî dîtin».


Û saw kʼete ser hʼemûya, şikirî didane Xwedê û digotin: «Pʼêxemberekî mezin nava meda derkʼetîye!» û: «Xwedê serîk daye miletê Xwe!»


Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»


Hê berêda tʼu cara qet nehatîye bihîstinê, ku yekî çʼeʼvêd merivekî zikmakîyêda kor vekiribin.


Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan