Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 16:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Pey vê yekêrʼa Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê rʼûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serhʼişkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê rʼabûyî dîtibûn bawer nekirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Paşê Îsa xwe nîşanî yanzdehan da, çaxê ku ew li ser sifrê rûniştibûn. Wî ji ber bêbawerî û serhişkiya wan li wan hilat. Çimkî wan ji yên ku ew rabûyî dîtibûn, bawer nekiribû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Пәй ве йәкерʼа Иса Хԝә нишани йанздәһа кьр, гава әԝ ль сәр сьфре рʼуньштьбун. Әԝи ль ԝан һьлат бона нәбаԝәри у сәрһʼьшкийа ԝан, чьмки ԝана йед кӧ Әԝ жь мьрьне рʼабуйи дитьбун баԝәр нәкьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 پاشه هِنگه، وقته گو اَو یانزده شاگِرد سَر سِرفِگه رونِشته بون عیسی خو نیشا وان دا، و بَر خاطره به ایمانیا وان و دله وان یه بینا بَری له وان گِرَ هَوار، چون قِسه وان مِرُوه گو پاشه ساخ بونا وی، اَو دیته بون، باوار نَگِره بون.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 16:14
24 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa destpêkir li wan bajara hilat, kʼîjanada gelek kʼeremetêd Wî qewimîbûn, çimkî ew ji gunekirinê venegerʼîyan.


Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe.


Gava ku dîtin, serê xwe ber Wî danîn, lê hinek jî dudilî bûn.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn hê nagihîjine gilîya? Çima hûn feʼm nakin, çi ku ji derva dikʼeve nav-dilê mêriv, nikare wî bihʼerʼimîne.


Şandîyava çawa gotineke pʼûçʼ xuya bû û wana kʼulfet bawer nekirin.


Hingê Ewî wanrʼa got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran hʼemû gotinêd pʼêxembera bawer dikin?


Hingê şagirtêd mayîn wîrʼa gotin: «Me Xudan dît». Ewî wanrʼa got: «Hʼeta ku ez dewsa mixa destêd Wîda nebînim, tʼilîya xwe nedime ser dewsa mixa û destê xwe jî nekime nekʼsa Wî, ez tʼu car bawer nakim».


Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa».


Paşê Tʼûmarʼa got: «Tʼilîya xwe bîne vir û destêd Min binihêrʼe, destê xwe jî bîne û bike nekʼsa Min. Nebawerîyê neke, lê bawer bike!»


Pey vê yekêrʼa Îsa dîsa Xwe li devê gola Teberîyayê nîşanî şagirtêd Xwe kir. Ew bi vî awayî qewimî:


Eva îdî cara sisîya bû ku Îsa pey mirin-rʼabûna Xwerʼa şagirtêd Xweva xuya bû.


Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


Petrûsva xuya bû, peyrʼa her donzdeh şandîyava.


Ez kʼîjana hʼiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê vegerʼe!


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan