Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 14:54 - Peymana Nû (Încîl)

54 Petrûs dûrva pʼê-pʼê pey Wî çû, hʼeta kʼete hʼewşa serekkʼahîn. Wir tʼevî nobedara li ber êgir rʼûnişt û xwe germ dikir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

54 Petrûs ji dûr ve li pey wî çû, heta ku ew gihîşt hundirê hewşa Serokkahîn. Li wir bi parêzgeran re li ber êgir rûniştibû û xwe germ dikir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

54 Пәтрус дурва пʼе-пʼе пәй Ԝи чу, һʼәта кʼәтә һʼәԝша сәрәккʼаһин. Ԝьр тʼәви нобәдара ль бәр егьр рʼуньшт у хԝә гәрм дькьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

54 پِطرُس ژی دوروَدا دوو عیسی دا چو حَتا گَهَشتَ حَوشا مالا کاهینه مَزِن. ایجا وِدَره، بَ آگِری، گَل نُبَدارا رونِشت گو خو گَرم گَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 14:54
15 Iomraidhean Croise  

Hingê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê seraya serekkʼahînda ku navê wî Qeyafa bû civîyan


Petrûs jî dûrva hʼeta hʼewşa serekkʼahîn pʼê-pʼê pey Wî çû kʼete hindurʼ û li nav nobedara rʼûnişt, ku bizanibe axirî wê çawa be.


Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e».


Gava Petrûs li jêrê hʼewşêda bû, ji carîyêd serekkʼahîn yek hate wir.


Ewî nava cefê giranda, hê bi dilê kʼel dua dikir. Xûdana Wî mîna dilopêd xûnêye gir dirʼijîyane eʼrdê.


Û Ew girtin, birin kirine mala serekkʼahîn. Petrûs jî dûrva pʼê-pʼê li pey Wî diçû.


Wî çaxî, hewa ku sar bû, xulam û nobedara pê kʼomirê agir vêxistibûn, sekinîbûn û xwe germ dikirin. Petrûs jî li cem wan sekinîbû, xwe germ dikir.


Şimhʼûn-Petrûs hê li wir sekinî xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Dibe ku tu jî ji şagirtêd Wî yî?» Ewî înkʼar kir û got: «Na, ez nînim».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan