Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 13:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Wî çaxî Ewê milyakʼetêd Xwe bişîne û bijartîyêd Xwe ji her çar qulba berev ke, ji pʼerʼêd eʼrdê girtî hʼeta pʼerʼêd eʼzmên.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

27 Hingê ewê milyaketên xwe bişîne û wê bijartiyên xwe ji çar aliyan, ji perê erdê heta perê ezmên bicivîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

27 Ԝи чахи Әԝе мьлйакʼәтед Хԝә бьшинә у бьжартийед Хԝә жь һәр чар ԛӧлба бәрәв кә, жь пʼәрʼед әʼрде гьрти һʼәта пʼәрʼед әʼзмен.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 اَو دیه میلیاکَتا رِگَت و بِژارتیِت خو ژه چار قُنجه عالَمه، ژه سَر و بِنه عَردی حَتا سَر و بِنه اَسمانی، دیه دُرا یِگودو خِر گَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 13:27
27 Iomraidhean Croise  

Pʼadşa Başûrê Rʼoja Axretê wê rʼabe vî nisilî neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye.


Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin


Axirîya dinyayê jî wê usa be. Milyakʼetê derkʼevin xiraba ji nav qenca bibijêrin


Heger ew rʼoj kin nebûna, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartîya ew rʼojê kin bin.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


Ewê milyakʼetêd Xwe bi borʼîya dengê bilind bişîne û wê bijartîyêd Wî ji her çar qulba berev kin, ji pʼerʼekî eʼzmana hʼeta pʼerʼê din.


Heger Xudan ew rʼoj kin nekirina, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê wan bijartîyêd ku Wî bijartine, ew rʼoj kin kirine.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên. Wê nîşan û kʼeremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartîya jî bixalifînin.


Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin: Çaxê ku çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e.


Rʼoj hat feqîr mir, milyakʼeta ew birine cem Birahîm. Yê dewletî jî mir, defin kirin.


Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?


Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


Kʼî dikare bijartîyêd Xwedê gunekʼar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike.


Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin.


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, bona hatina Xudanê me Îsa Mesîh û tʼopbûna meye cem Wî,


Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî.


Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan