Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 12:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Awa Dawid xwexa ku Wî ‹Xudan› hʼesab dike, îdî Ew çawa dibe kurʼê Dawid?» Wê eʼlaleta giran bi dil û eşq guhdarîya Îsa dikir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

37 Dawid bi xwe ji wî re dibêje ‹Xudan›. Îcar ew çawa dibe kurê Dawid?» Elaleteke mezin bi dilxweşî guhdariya Îsa dikir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

37 Аԝа Даԝьд хԝәха кӧ Ԝи ‹Хӧдан› һʼәсаб дькә, иди Әԝ чаԝа дьбә кӧрʼе Даԝьд?» Ԝе әʼлаләта гьран бь дьл у әшԛ гӧһдарийа Иса дькьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 هَگو داوود پاشا بوخو، گاز دِگَتَ وی خاده، اَو چاون دِگاریت گوره داوود بیت؟» تواوی جَماعَـتا وِدَره بِ کَیف خوشیه گوهه دِدانَ قِسه عیسی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 12:37
14 Iomraidhean Croise  

«Va qîza bikʼir wê hʼemle be, kurʼekê jêrʼa bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin», ku tê feʼmkirinê: «Xwedê tʼevî me ye».


Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Gava serekêd kʼahîna û fêrisîya meselêd Wî bihîstin, feʼm kirin ku Ew bona wan dibêje.


Kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, çimkî Ew weke pʼêxemberekî qebûl dikirin.


Lê nikaribûn tiştek bikirana, çimkî tʼemamîya cimeʼtê Wîva girêdayî bû û guhdarîya Wî dikir.


Û tʼemamîya cimeʼtê sibehê zû diçû pʼaristgehê cem Wî, ku xeberêd Wî bibihên.


Ji cihûya geleka bihîst ku Îsa li wê derê ye hatin. Ew ne ku tʼenê bona Îsa hatin, lê wekî Lazarê ku ji nav mirîya rʼakirîye jî bibînin.


Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan