Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 11:33 - Peymana Nû (Încîl)

33 Caba Îsa dan û gotin: «Em nizanin». Îsa wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

33 Wan bersîv da û gotin: «Em nizanin.» Îsa jî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

33 Щаба Иса дан у готьн: «Әм ньзаньн». Иса ԝанрʼа гот: «Әз жи ԝәрʼа набежьм кӧ Әз бь чь һʼӧкӧми ван кьра дькьм».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

33 بَجا جیواب دانَ عیسی: «اَم نِزانِن.» عیسی گُتَ وان: «اَز ژی بُ وَ نابِژِم بِ چه حَق و اقتدارَگه وان شُلانَ دِگَم.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 11:33
26 Iomraidhean Croise  

Ji wan vegerʼin! Ewe kor in û rʼêberê kora ne. Heger kor rʼêberîyê kora bike, her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê».


Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember». Û Ewî ew hiştin û çû.


Wana caba Îsa da û gotin: «Em nizanin». Ewî wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim.


Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû?..›» Ew ji eʼlaletê ditirsîyan, çimkî hʼemûya qebûl kiribû ku Yûhʼenna rʼast pʼêxember bû.


Û bi mesela dest bi xeberdanê kir, wanrʼa got: «Merivekî rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir, hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu dersdarê Îsraêlê yî û hê van yeka nizanî?


Ewî li wan vegerʼand û got: «Min hêja werʼa got, lê we guhdarî nekir. Çima hûn dixwazin dîsa bibihên? Dibe ku hûn jî dixwazin bibine şagirtêd Wî?»


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Belê hʼeta îro jî, gava Qanûna Mûsa dixûnin, xêlî ser feʼmê wan dimîne,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan