Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 11:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî ku vî çʼîyayîrʼa bêje: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê› û dudilî nebe, lê bawer bike ku gotina wî wê biqewime, usa jî wê bibe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Bi rastî, ez ji we re dibêjim, Kî ku ji vî çiyayî re bêje: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› û di dilê xwe de nekeve şikê, lê bawer bike ku daxwaza wî wê bê cih, tiştê ku bixwaze wê jê re bibe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, кʼи кӧ ви чʼийайирʼа бежә: ‹Рʼабә хԝә бавежә бәʼре› у дӧдьли нәбә, ле баԝәр бькә кӧ готьна ԝи ԝе бьԛәԝьмә, ӧса жи ԝе бьбә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، هَگو کَسَگ بِژیتَ وی چییایی، ”ژه جیه خودا دَرکَوَ و بِکَوَ ناو بَحره دا،“ و دله خودا شِگه نَگَت بَلگو ایمان هَبیت گو اَو دِشدا دِبِژیت دیه بِقَومیت، بُ وی دیه بِتَ جی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 11:23
11 Iomraidhean Croise  

Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tʼenê çû cîkî xewle. Lê gava eʼlaletê bihîst, ji bajara peya pey Wî çûn.


Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe.


Îsa caba wan da û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne tʼenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî çʼîyayîrʼa jî bêjin: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê›, wê bibe.


Xudan got: «Heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe û vê dara tʼûtêrʼa bêjin: ‹Ji vir rʼabe û beʼrêda daçʼike›, ewê ya we bike.


Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê.


Heger hûn nava Minda bimînin û gotinêd Min jî nava weda bimînin, hûn çi dixwazin bixwazin, wê werʼa bê dayînê.


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan