Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 11:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Serekêd kʼahîna û qanûnzana ev yek ku bihîstin, destpêkirin ku çawa bikin Wî bikine fesalê bikujin. Ewana ji Wî ditirsîyan, çimkî tʼemamîya eʼlaletê ser hînkirina Wî zendegirtî mabû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

18 Serekên kahînan û Şerîetzanan ev bihîstin û dest pê kirin li riyên kuştina wî geriyan. Ew ji wî ditirsiyan, çimkî tevahiya elaletê li hînkirina wî gelek şaş dima.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 Сәрәкед кʼаһина у ԛанунзана әв йәк кӧ бьһистьн, дәстпекьрьн кӧ чаԝа бькьн Ԝи бькьнә фәсале бькӧжьн. Әԝана жь Ԝи дьтьрсийан, чьмки тʼәмамийа әʼлаләте сәр һинкьрьна Ԝи зәндәгьрти мабу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 سَرُکِت کاهینا و ماموستایِت تَوراته وقته اَوَ بیهیستِن، دوو رِیَگه بُ گُشتِنا وی بون، چون گو ژه وی دِتِرسیان، چون گو تواوی جَماعَـت ژه دَرس دایینا وی صِفَت گِرتی بِبون.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 11:18
26 Iomraidhean Croise  

Lê gava ku serekêd kʼahîna û qanûnzana ew kʼeremetêd ku Îsa kirin dîtin û usa jî ew zarʼêd ku pʼaristgehêda dikirine qîrʼîn û digotin: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa!» hêrs kʼetin


Gava Îsa ev gotinêd Xwe ser hevda anî, eʼlalet ser hînkirina Wî zendegirtî man,


Ewana li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzana.


Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû?..›» Ew ji eʼlaletê ditirsîyan, çimkî hʼemûya qebûl kiribû ku Yûhʼenna rʼast pʼêxember bû.


Serwêrêd cihûya feʼm kirin, ku Îsa ev mesele anî ser wan, kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, kʼerba Ew hiştin û çûn.


Fêrisî derkʼetine derva û pêrʼa-pêrʼa tʼevî Hêrodesîya şêwirîn, ku çawa Wî bidine kuştinê.


çimkî Hêrodes ji Yûhʼenna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhʼenna merivekî rʼast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî tʼevîhev dibû, lê dîsa bi hʼewas guh dida gotina wî.


Û her rʼoj pʼaristgehêda hîn dikir, lê serekêd kʼahîna, qanûnzan û giregirêd cimeʼtê pey kʼetibûn, ku çawa Wî bikujin.


Hʼemûyêd ku xeberdana Wî dibihîstin, ser zanebûn û cabêd Wî zendegirtî diman.


Serekêd kʼahîna û qanûnzana wê demê kirin ku Wî bigirin, çimkî feʼm kirin, ku Ewî ev mesele anî ser wan, lê ji cimeʼtê tirsîyan.


Hʼemûya jî bona Wî qenc xeber didan û ser xeberdana Wîye meʼrîfet zendegirtî mabûn û digotin: «Eva ne kurʼê Ûsiv e?»


Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.


Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we tʼu kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?»


Nobedara li wan vegerʼand û gotin: «Tʼu kesî tʼu cara mîna wî merivî xeber nedaye!»


Pawlos hê bona rʼastîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw kʼişand û got: «Tu niha herʼe. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan