Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 10:52 - Peymana Nû (Încîl)

52 Û Îsa jêrʼa got: «Herʼe, bawerîya te tu qenc kirî». Û wî çaxî çʼeʼvêd wî dîtin, da pey Îsa çû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

52 Îsa jî jê re got: «Here, baweriya te tu xilas kirî.» Û di cih de wî dît, ket rê û li pey Îsa çû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

52 У Иса жерʼа гот: «Һәрʼә, баԝәрийа тә тӧ ԛәнщ кьри». У ԝи чахи чʼәʼвед ԝи дитьн, да пәй Иса чу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

52 عیسی گُتَ وی: «هَرَ، ایمانا تَ شفا دایَ تَ.» هَ وه دَمه چاوه وی وَبون و ره دا کَتَ دوو عیسی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 10:52
22 Iomraidhean Croise  

Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Hingê cinakʼetîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da.


Wî çaxî Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, bawerîya te mezin e. Bira anegorî xwestina te terʼa be». Hema ji wê demê qîza wê qenc bû.


Li wir pʼaristgehêda kor û seqet hatine cem Wî û Ewî ew qenc kirin.


Îsa destê Xwe dirêj kirê lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda ew ji kʼotîbûnê paqij bû.


Îsa ser milê Xweva vegerʼîya ew dît û gotê: «Eʼvdê! Ser xwe be! Bawerîya te tu qenc kirî». Û wê demê ew kʼulfet qenc bû.


Îsa jî çû nêzîk, destê wê girt rʼakir û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî wanrʼa kir.


Îsa wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe û ji êşa xwe qenc be».


Dîsa Îsa destêd Xwe danîne ser çʼeʼvêd wî, kor zûrʼ bû nihêrʼî û çʼeʼvêd wî vebûn, her tişt zelal dît.


Û Îsa wê kʼulfetêrʼa got: «Bawerîya te tu xilaz kirî. Bi xêr û silamet herʼe».


û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».


Hê berêda tʼu cara qet nehatîye bihîstinê, ku yekî çʼeʼvêd merivekî zikmakîyêda kor vekiribin.


Îsa got: «Ez bona dîwankirinê hatime vê dinyayê, wekî yêd ku nabînin bibînin û yêd ku dibînin kor bin».


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan