Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 10:43 - Peymana Nû (Încîl)

43 Lê nava weda bira usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

43 «Lê di nav we de, ne weha ye. Di nav we de, kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

43 Ле нава ԝәда бьра ӧса нибә. Кʼи кӧ нава ԝәда дьхԝазә бьбә йе мәзьн, гәрәке бьбә бәрдәстийе ԝә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

43 بله ناو وَدا دِبی وِسا نَبیت. ناو وَدا هَچی کَسه دِخازیت مَزِن بیت، دِبی خِذمَتکاره وَ بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 10:43
15 Iomraidhean Croise  

Lê Îsa ew gazî cem Xwe kirin û got: «Hûn zanin yêd ku nav miletada serwêr têne hʼesabê, serdestîyê li wan dikin û giregirêd wan jî hʼukumî ser wan dikin.


Û kʼî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê hʼemûya.


Îsa rʼûnişt, gazî her donzdeha kir û wanrʼa got: «Heger yek dixwaze bibe yê pêş, gerekê ew bibe yê herî paş û xulamê hʼemûya».


Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Ez werʼa dibêjim, ku ev xercgira rʼasthʼesabbûyî çû mala xwe, ne ku yê din. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Lê hûn usa nebin, yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biçʼûk û bira yê serwêrtîyê dike jî bibe mîna yê xulamtîyê dike.


û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».


Îsa cab da û got: «Pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye. Heger pʼadşatîya Min ji vê dinyayê bûya, berdestîyêd Minê şerʼ kirana ku Ez nekʼetama destê cihûya. Lê pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye».


Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan