Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 10:33 - Peymana Nû (Încîl)

33 «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê serekêd kʼahîna û qanûnzana. Ewê jêrʼa kuştinê derxin û Wî bidine destê necihûya

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

33 «Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê dayîn destê serekên kahînan û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li ser wî bidin û wî bidin destê miletan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

33 «Бьбьһен! Әм һәвраз дьчьнә Оршәлиме. Кӧрʼе Мерьв ԝе бькʼәвә дәсте сәрәкед кʼаһина у ԛанунзана. Әԝе жерʼа кӧштьне дәрхьн у Ԝи бьдьнә дәсте нәщьһуйа

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

33 گُت: «نَهَ اَمه بِچِنَ اورشلیمه. دیه وِدَره گوره انسان تسلیمی سَرُکِت کاهینا و ماموستایِت تَوراته بِگَن. اَو دیه اَوی محکومه مِرِنه بِگَن و اَوی دیه تسلیمی قَومه گو یهودی نینِن بِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 10:33
23 Iomraidhean Croise  

Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Weva çawa xuya dike?» Wana jî lê vegerʼand û gotin: «Wîrʼa kuştin dikʼeve».


Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.


We bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir! Weva çawa xuya dibe?» Hʼemûya jî Ew neheq kirin gotin, ku Ew yê kuştinê ye.


Serê sibehê zû serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya, qanûnzana û tʼemamîya civîna giregirarʼa şêwirîn. Îsa girêdan û birin dane destê Pîlato.


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê?


çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe».


Lê wana hê dikire qîrʼîn û digot: «Xaç ke! Ewî xaç ke!»


Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».


Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nekʼetine qesirê, wekî xwe li gora eʼdetêd şûştin-veşûştinê nehʼerʼimînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin.


Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû feʼmkirinê, Ewê çawa bimire.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Binelîyêd Orşelîmê û serwêrêd wan Îsa çawa Xilazkir nas nekirin, lê gava dîwana Wî kirin, gotinêd pʼêxemberaye ku her şemî dixûnin anîne sêrî.


Û va ez bin destê Rʼuhʼê Pîrozda diçime Orşelîmê, wir wê çi bê serê min, ez nizanim.


We ew merivêd rʼast lomekʼar kirin û kuştin, kʼîjan ku miqabilî we rʼanebûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan