Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 10:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Awa ew li ser rʼê bûn û hevraz diçûne Orşelîmê, Îsa li pêşîya wan diçû, şagirt eʼcêbmayî diman û ewêd li pey dihatin ditirsîyan. Ewî dîsa her donzdeh dane alîkî û destpêkir ew tiştêd ku wê serê Wî biqewimîyana wanrʼa got:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

32 Îcar ew li ser rê bûn û hildikişiyan Orşelîmê. Ew li pêşiya wan diçû, şagirt ecêbmayî diman û ew kesên li paş dihatin ditirsiyan. Îsa dîsa her diwanzdeh kişandin aliyekî û dest pê kir ew tiştên ku wê bihatana serê wî ji wan re got:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

32 Аԝа әԝ ль сәр рʼе бун у һәвраз дьчунә Оршәлиме, Иса ль пешийа ԝан дьчу, шагьрт әʼщебмайи дьман у әԝед ль пәй дьһатьн дьтьрсийан. Әԝи диса һәр донздәһ данә алики у дәстпекьр әԝ тьштед кӧ ԝе сәре Ԝи бьԛәԝьмийана ԝанрʼа гот:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 اَو ره دا دِچُنَ اورشلیمه و عیسی پِش واندا ره دِچو. شاگِرد صِفَت گِرتی بِبون و مِرُوه گو دوو وانرا دِچُن، تِرسیا بون. عیسی جارَگه دی اَو دانزدَه شاگِرد بِرِنَ سویَگه و اَو دِشدا گو دِبی سَره ویدا هاتِبا، گُتَ وان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 10:32
12 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa kʼetine pirs-pirsîyara û digotin: «Ev çi yek e? Çi hînkirineke nû ye! Bi hʼukum Ew eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û ew jî êlimî Wî dibin».


Bê mesele wanrʼa tiştek nedigot, lê şagirtêd Xwerʼa başqe her tişt şirovedikir.


Û wê gavê ser şagirtêd Xweda vegerʼîya û wanarʼa başqe got: «Xwezî li wan çʼeʼva, çi ku hûn dibînin ew jî dibînin.


Îsa pey vê xeberdanêrʼa pêşda çû, wekî hevraz herʼe Orşelîmê.


Û çaxê ew rʼojêd ku Îsayê bihata hildanê nêzîk bûn, Ewî berê Xwe da Orşelîmê, ku herʼe wir.


Hingê Tʼûmayê ku digotinê «Heval-cêwî», şagirtêd hevalêd xwerʼa got: «Em jî herʼin, ku tʼevî Wî bimirin».


Şagirta jêrʼa got: «Dersdar, çendek pêşda cihûya dikir ku Te bidine ber kevira, Tu dîsa diçî wê derê?»


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan