Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 10:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Li ser vê gotinê ewî rʼeng avît, meʼdekirî çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Li ser vê gotinê reng li wî nema û ew bi xemgînî çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ль сәр ве готьне әԝи рʼәнг авит, мәʼдәкьри чу, чьмки гәләк һәбука ԝи һәбу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 اَو مِرُو بِ وه قِسه به اُمید بو و نَرِحَت ژه وِدَره چو، چون گو ثَروَتَگه عَظیم هَبو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 10:22
20 Iomraidhean Croise  

Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe kʼet û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.


Hingê Cihûdayê ku nemamîya Wî kir, dît ku Îsa hate neheqkirinê, pʼoşman bû, ew sî zîv vegerʼande serekêd kʼahîna û rʼûspîya


Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were».


Îsa li dora Xwe nihêrʼî û şagirtêd Xwerʼa got: «Dewletîyarʼa çiqas zeʼmet e, ku bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê!»


çimkî Hêrodes ji Yûhʼenna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhʼenna merivekî rʼast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî tʼevîhev dibû, lê dîsa bi hʼewas guh dida gotina wî.


Pʼadşa gelekî ber xwe kʼet, lê çimkî li ber tʼeglîfkirîya sond xwaribû, nexwest sozê xwe betal kira.


Û gote wan: «Haş ji xwe hebin û hʼevza xwe ji her cûrʼe timayê bikin, çimkî eʼmirê însên zêdebûna hebûka wîva girêdayî nîne».


Gava ewî ev yek bihîst, eşqa wî şkest, çimkî gelekî dewletî bû.


Berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê mêriv berbi tʼobeyîyê dibe ku xilaz ke û pʼoşmanî têda tʼune, lê berxwekʼetina ji vê dinyayê berbi mirinê dibe.


Hûn vê yekê zanibin ku tʼu qav, yan hʼeram, yan timakʼar (ku pʼûtpʼarist e) Pʼadşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan