Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 10:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs kʼet û wanrʼa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs bû û ji wan re got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min; pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Гава кӧ Иса әв йәк дит, һерс кʼәт у ԝанрʼа гот: «Бьра әԝ зарʼок бенә щәм Мьн, пешийа ԝан нәгьрьн, чьмки Пʼадшатийа Хԝәде пʼара йед аһа йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 عیسی وقته اَو دِشدَ دیت، کَربه وی وَبو و گُتَ شاگِردِت خو: «بِهلِن زارو بِنَ لاره مِن؛ پِشیا وان نَگِرِن، چون گو پادشاهیا خدا یا مِرُوه بینا وانَیَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 10:14
36 Iomraidhean Croise  

Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin.


Awa kʼî ku mîna vê zarʼokê xwe biçʼûk ke, ew e yê herî mezin Pʼadşatîya Eʼzmanada.


Îsa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana pʼara yêd usa ye».


Xwezî li wan, ku bona rʼastîqedandinê têne zêrandinê, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.


«Xwezî li rʼuhʼfeqîra, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.


Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêrʼî, bona serhʼişkîya wan ber Xwe kʼet û wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû.


Lê Îsa ser milê Xweva zivirʼî û li şagirtêd Xwe nihêrʼî, li Petrûs hilat û got: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, cino! Çimkî nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, hʼeta ku meriv ji avê û Rʼuhʼ nebe, ew nikare bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê.


Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke».


Hûn mîratʼxurêd pʼêxembera û wê peymanê ne, ya ku Xwedê tʼevî kal-bavêd we girêda. Ewî gote Birahîm: ‹Bi zurʼeta te ezê dua hʼemû miletêd dinyayê bikim›.


Heger girika hevîr, çawa berê deremeta pêşin Xwedêrʼa dayî hʼelal e, ku usa ye tʼemamîya şkevê pêva hʼelal e. Û heger rʼaw pîroz in, çʼiqil jî pêrʼa pîroz in.


Mizgînîyê ku dinihêrʼî, ewana dijmin in bona xatirê we, lê bijartinê ku dinihêrʼî, ewana hʼizkirî ne, bona xatirê kal-bavêd wan.


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Çimkî mêrê nebawer bi jina bawermend hʼelal dibe û jina nebawer jî bi mêrê bawermend hʼelal dibe. Heger usa nîbûya, zarʼêd weyê hʼeram bûna, lê niha hʼelal in.


Heger hûn hêrs kʼevin, guna nekin, bira rʼo ser hêrsa werʼa neçe ava


Ez wê bawerîya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û dîya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye.


usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Derew ji devê wan dernekʼetîye, ew bêqusûr in.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan