Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 10:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Îsa ji wir rʼabû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû. Dîsa eʼlaletê li dora Wî girt û çawa eʼdetê Wî bû, Ewî dîsa ew hîn kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Îsa ji wir rabû, hat herêma Cihûstanê û derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû. Careke din elaletek li dora wî civiya û wî, wek adeta xwe dîsa ew hîn dikirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Иса жь ԝьр рʼабу чу синоре Щьһустане у дәрбази ԝи алийе чʼәме Урдӧне бу. Диса әʼлаләте ль дора Ԝи гьрт у чаԝа әʼдәте Ԝи бу, Әԝи диса әԝ һин кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 عیسی ژه وِدَره دَرکَوت و چو بُ حَریما یهودیه و آلیه دیَ چَمه اردنه. جَماعَت جارَگه دی خِر بونَ لاره وی، و اَوی بینا عادَتا خو یا همو جاره، دیسا دَرس دا وان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 10:1
17 Iomraidhean Croise  

Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim.


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê rʼoja şemîyê rʼast kʼete kʼinîştê û dest bi hînkirinê kir.


Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û jê pirsîn, wekî Wî bicêrʼibînin: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku mêr jina xwe berʼde?»


Gava ku Îsa pʼaristgehêda hîn dikir, got: «Qanûnzan çawa dibêjin ku Mesîh kurʼê Dawid e?


Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda bûm Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim. Lê bona ku nivîsar bêne sêrî, ev yek qewimî».


Îsa dîsa çû devê golê. Tʼemamîya eʼlalet dihate cem Wî û Ewî jî ew hîn dikirin.


û Wî bi mesela ew hînî gelek tişta dikirin. Hînkirina Xweda got:


Çaxê rʼoja şemîyê hat, Wî kʼinîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: «Evî merivî ev tişt ji kʼu anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêrʼa hatîye dayînê? Û ev çi kʼeremet in ku bi destê Wî diqewimin?


Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û Wî eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat, çimkî ew mîna pezêd bê şivan bûn. Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin.


Ew ser nebawerîya wan eʼcêbmayî ma. Îsa li gundêd dor-bera digerʼîya û hîn dikir.


Îsa dîsa derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû û li wê derê ma, wî cîyê ku Yûhʼenna pêşda dinixumand.


Peyrʼa Wî şagirtêd Xwerʼa got: «Werin em dîsa herʼine Cihûstanê».


Îsa cab da û got: «Min dinyayêrʼa aşkere xeber daye, her gav kʼinîştada usa jî pʼaristgehêda, kʼîderê ku hʼemû cihû dicivîyan hîn dikirin. Min tʼu tişt dizîva negotîye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan