Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 1:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Qereberbanga sibehê rʼabû, derkʼet çû cîkî xewle û wir dua kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

35 Bi berbangê re, serê sibê zû Îsa rabû û derket, çû cihekî bêpêjin û li wir dua kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

35 Ԛәрәбәрбанга сьбәһе рʼабу, дәркʼәт чу щики хәԝлә у ԝьр дӧа кьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 سِبیزو وقته هوا هِشتا تاری بو، عیسی رابو و چو بُ جیَگه گو چه کَس وِدَره نَبو، و وِدَره دَستبه دعا گِرِنه گِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 1:35
15 Iomraidhean Croise  

Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tʼenê çû cîkî xewle. Lê gava eʼlaletê bihîst, ji bajara peya pey Wî çûn.


Çaxê Ewî eʼlalet verʼêkir, tʼenê rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike. Gava rʼo çû ava, Ew li wira tʼenê bû,


Şimhʼûn û yêd tʼevî Wî li Îsa gerʼîyan


Lê Ewî Xwe li cîyê xewle digirt û dua dikir.


Wan rʼojada Îsa çû serê çʼîyê, ku dua bike û tʼemamîya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir.


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Hingê Îsa pê hʼesîya ku ewê bên û Wî bi zorê bibin bikine pʼadşa, dîsa Ew tʼenê hilkʼişîya çʼîyê.


Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire:


Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan