Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 1:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Piştî girtina Yûhenna, Îsa hat herêma Celîlê û dest bi dayîna Mizgîniya Xwedê kir

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Пәй гьртьна Йуһʼәннарʼа Иса чу ԛәза Щәлиле у дәст бь даннасинийа Мьзгинийа Хԝәде кьр

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 پاشه هِنده گو یحیا هاتَ گِرتِن، عیسی چو بُ حَریما جلیله. اَوی خَبَرا خوشَ پادشاهیا خدا وَعظ دِگِر

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 1:14
16 Iomraidhean Croise  

Gava Yûhʼenna kelêda bona şixulêd Mesîh bihîst, çend şagirtêd xwe şandine cem Wî


xulamêd xwerʼa got: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê».


Gava Îsa bihîst, wekî Yûhʼenna hate girtinê, Ew rʼabû çû Celîlê.


Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.


hingê Hêrodes ser van kirinada ev neheqî jî kir, ku Yûhʼenna avîte kelê.


Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,


Niha ez zanim îdî hûn hʼemûyêd ku ez nav weda gerʼîyame û Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kirîye rʼûyê min nabînin.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan